DOZ

Sibê hêvar tim gilî

Neyar dibê tilîlî

Em binêrin her alî

Kî mayîye me bilî?

Em dibêjin biratî

Ne xweşe qe neyartî

Sed hezar car mixabîn

Em nabînin hovîti!

Bişevite poz a me

Zik têre ji soz a me

Em ji bibin serbixwe

Ê rumed be doz a me.

Mek hêsap ên pir piçuk

Nebin yekra em boçik

Bêjin emin ev merxas

Ê em nemrin wek kuçîk.

TİRS

Li cîhêkê nîv mîtro bi qilûz
Nikarim tevdim xwe
Û her seet
Biraştin goşt êm
Lêdan, tada ne xembun
Û ew behecîn, teqîyan
Li te gerîyan.
Nêrtin porê min
Bin çengê min
Û cîhek nehêştin
Bo ke te bibînin.
Û pozê minda
mû kişandin.
Neynuk fer fer
Ji goşt veqatîya
Û bi merceka
Lêkandin mujang ê min
Dîsa te nedîtin.
Qîrîna wan ket asîman
Ji lava kirin.
Û gotin, bese, bese
Veke çav ê xwe
Em ji te ê dî tişt naxwazin.
Û min hişk jida çav ê xwe
Bo ke te nebînin.

GİRÎN

Tu digrî

Ew digrî

Li bin darekî

Beybun digrî.

Lat digrî,kevir digrî

Ji bo cendekî bê goristan

Ax digrî.

Temburda Aram digrî

Ber qadeki bîyanîda

Diwara dayêk ên şemî digrî.

Kaxiz digrî

Penus digrî

Li newalêk beq êk vinda digrî.

Sosin digrî

Berfin digrî

Qada mêran da

Ben digrî

Sê dar digrî

Sal digrî

Demsal digrî

Cendekê Pakrewanda

Gule ê xemgin digrî.

Tav digrî

Hiv digrî

Li bajarê Helepçe

Bombe ên kimya digrî.

Dojeh digrî

Bihuşt digrî

Sêlên sorda

Nan digrî.

Jin digrî

Mer digrî

Nig ên Seyit Rızada

Qevd ên zincar digrî

Sterk digrî

Birc digrî

Li zîndana Amed da

Şibak ên hesin digrî.

Ewr digrî

Baran digrî

Li hêla çep ê min da

Evîna şîn sor digrî.

CERDEWAN

Cerdewan ê qun geni

Poz çilmisî ru tenî

Bimrî herî dojehê

Ê kî bêjê tu ganî.

Der û dorda fort avêj

Dev û destî tev qirêj

Welatê wi pir ruxîn

Bê fedî û dest desmêj.

Cerdewanê bê xîret

Ne hewceye jêr şîret

Sibê hêvar tirsonek

Peyvên ziman tev qîret.

Cerdewanê xwe firoş

Jîyanate wek kiroş

Ji bo ol û mêranî

Tu nabînî zemfiroş.

Çima heye cerdewan?

Hemmu bîne ber çawan!

Pirske wana bid bersiv

Boke tine NİŞTİMAN.

GİRÎNG

Kolan girîng

Kevir girîng

Nav bajarda

Direk ên xera kirî girîng.

Sol girîng

Cil girîng

Lı banqa ê da

Pere ên qîret girîng.

Mal girîng

Maldar girîng

Qiraxa kuçekida

Pirtokxane ê nijadperest girîng.

Rê girîng

Heri girîng

Parqêk tewş da

Çend dar ên çilmisî girîng.

Zêr girîng

Zîv girîng

Ba dikanêk

Camên şikestî girîng.

Neft girîng

Davar girîng

Erdêk zuwakirîda

Gîya ên bêno girîng.

Der û dor girîng

Dor û der girîng

Bin asîmana şîn sorda

KURD hê jî ne girîng.

Min te heskir

Min te heskir

Ji beybun

Ji kulilka zivistanê bêtir

Û li qiraxa Dijle ê da

Ji tuzik

Ji tolik  bêtir.

Min te heskir

Min çavête ê reş

Ruyête ê qêmer

Dilête ê zelal

Û li çiyayê Araratta  Nemiran.

Min te heskir

Ji kêziya Xecê

Ji evîna Mem bêtir.

Û li sînemaye Amûde da

Cendekên zarûkan heskir.

Min Şeva tarida

Stêrkên destête heskir.

Û terîkîna lêvête

Tirêjên çavête

Min heskir.

GİRÎN

Tu digrî

Ew digrî

Li bin darekî

Beybun digrî.

Lat digrî,kevir digrî

Ji bo cendekî bê goristan

Ax digrî.

Temburda Aram digrî

Ber qadeki bîyanîda

Diwara dayêk ên şemî digrî.

Kaxiz digrî

Penus digrî

Li newalêk beq êk vinda digrî.

Sosin digrî

Berfin digrî

Qada mêran da

Ben digrî

Sê dar digrî

Sal digrî

Demsal digrî

Cendekê Pakrewanda

Gule ê xemgin digrî.

Tav digrî

Hiv digrî

Li bajarê Helepçe

Bombe ên kimya digrî.

Dojeh digrî

Bihuşt digrî

Sêlên sorda

Nan digrî.

Jin digrî

Mer digrî

Nig ên Seyit Rızada

Qevd ên zincar digrî

Sterk digrî

Birc digrî

Li zîndana Amed da

Şibak ên hesin digrî.

Ewr digrî

Baran digrî

Li hêla çep ê min da

Evîna şîn sor digrî.

BÊTE

 

Bête mam

Gul çilmisÎ

Beybun stu xwar

Roj jî min dur ma!

Evîn sutu şikand

Dil xemgîn

Sterk bi tenê.

Berbang bo min qirîya

Dînar bi qirîn

Kolan nale nal.

Dîjle avir da

Ferat negîhîşt

Gülhende bê zembilfiroş.

Xec kêzî daxist

Sî Ehme bi hawar

Sipan qîja qîj.

Tav çav şikand

Amed xwe hevand.

Birç birîqî

Tirs fedi kir

İnsan meş meş

Havir bi ken bu.

HÊVAR   BU

Çend dem

tu zanî

çend dem

benda teme?

Û te digo

bila hêvar be

hêvar.

Te nedî

qada bîyanîda

agiren gûr

bîhna qoştan

an tilîyêk

biçuçik

an      Ji

hijdeyîda

qelew û bedewên

timzinî?

Û ji herkes

bêtir

bi dil

bê tirs

kûçe û kolananda

nûçe firoş ên

deh salî?

Nizam

têqihîştî

Çend hêvar derbas bu

çend hêvar?