CERDEWAN

Cerdewan ê qun geni

Poz çilmisî ru tenî

Bimrî herî dojehê

Ê kî bêjê tu ganî.

Der û dorda fort avêj

Dev û destî tev qirêj

Welatê wi pir ruxîn

Bê fedî û dest desmêj.

Cerdewanê bê xîret

Ne hewceye jêr şîret

Sibê hêvar tirsonek

Peyvên ziman tev qîret.

Cerdewanê xwe firoş

Jîyanate wek kiroş

Ji bo ol û mêranî

Tu nabînî zemfiroş.

Çima heye cerdewan?

Hemmu bîne ber çawan!

Pirske wana bid bersiv

Boke tine NİŞTİMAN.

GİRÎNG

Kolan girîng

Kevir girîng

Nav bajarda

Direk ên xera kirî girîng.

Sol girîng

Cil girîng

Lı banqa ê da

Pere ên qîret girîng.

Mal girîng

Maldar girîng

Qiraxa kuçekida

Pirtokxane ê nijadperest girîng.

Rê girîng

Heri girîng

Parqêk tewş da

Çend dar ên çilmisî girîng.

Zêr girîng

Zîv girîng

Ba dikanêk

Camên şikestî girîng.

Neft girîng

Davar girîng

Erdêk zuwakirîda

Gîya ên bêno girîng.

Der û dor girîng

Dor û der girîng

Bin asîmana şîn sorda

KURD hê jî ne girîng.

Min te heskir

Min te heskir

Ji beybun

Ji kulilka zivistanê bêtir

Û li qiraxa Dijle ê da

Ji tuzik

Ji tolik  bêtir.

Min te heskir

Min çavête ê reş

Ruyête ê qêmer

Dilête ê zelal

Û li çiyayê Araratta  Nemiran.

Min te heskir

Ji kêziya Xecê

Ji evîna Mem bêtir.

Û li sînemaye Amûde da

Cendekên zarûkan heskir.

Min Şeva tarida

Stêrkên destête heskir.

Û terîkîna lêvête

Tirêjên çavête

Min heskir.

                                       GİRÎN

Tu digrî

Ew digrî

Li bin darekî

Beybun digrî.

Lat digrî,kevir digrî

Ji bo cendekî bê goristan

Ax digrî.

Temburda Aram digrî

Ber qadeki bîyanîda

Diwara dayêk ên şemî digrî.

Kaxiz digrî

Penus digrî

Li newalêk beq êk vinda digrî.

Sosin digrî

Berfin digrî

Qada mêran da

Ben digrî

Sê dar digrî

Sal digrî

Demsal digrî

Cendekê Pakrewanda

Gule ê xemgin digrî.

Tav digrî

Hiv digrî

Li bajarê Helepçe

Bombe ên kimya digrî.

Dojeh digrî

Bihuşt digrî

Sêlên sorda

Nan digrî.

Jin digrî

Mer digrî

Nig ên Seyit Rızada

Qevd ên zincar digrî

Sterk digrî

Birc digrî

Li zîndana Amed da

Şibak ên hesin digrî.

Ewr digrî

Baran digrî

Li hêla çep ê min da

Evîna şîn sor digrî. 

BÊTE

Bête mam

Gul çilmisÎ

Beybun stu xwar

Roj jî min dur ma!

Evîn sutu şikand

Dil xemgîn

Sterk bi tenê.

Berbang bo min qirîya

Dînar bi qirîn

Kolan nale nal.

Dîjle avir da

Ferat negîhîşt

Gülhende bê zembilfiroş.

Xec kêzî daxist

Sî Ehme bi hawar

Sipan qîja qîj.

Tav çav şikand

Amed xwe hevand.

Birç birîqî

Tirs fedi kir

İnsan meş meş

Havir bi ken bu.

HÊVAR   BU

Çend dem

tu zanî

çend dem

benda teme?

Û te digo

bila hêvar be

hêvar.

Te nedî

qada bîyanîda

agiren gûr

bîhna qoştan

an tilîyêk

biçuçik

an      Ji

hijdeyîda

qelew û bedewên

timzinî?

Û ji herkes

bêtir

bi dil

bê tirs

kûçe û kolananda

nûçe firoş ên

deh salî?

Nizam

têqihîştî

Çend hêvar derbas bu

çend hêvar?

KALİK Û SÊLEK

Yek hebun Yek tinebun

Dema berê borîda

Sêlek û kalik ê vî

Dijiyan xizanîda.

Sêlek bê aql û bê hêş

Digerîya gêj û gêj

Diqeherîya kalê pîr

Bi gotin û bi bêj.

Pey dabun pey deman

Kalo dikir pir eman

Nedît çare kalê pîr

Şand kurê xwe şaristan.

Kurik diçun dibistan

Roj didan pey rojan

Kurême yê jêhatî!

Paşê qedand dibistan.

Qedendina dibistan

Kurik hate şaristan

Kurême ê jêhatî!

Hat û runişt ser textan.

Şev tarî û zilamet

Tev kesera qiyamet

Kureme yê jêhati!

Nekir kesra merhamet.

Demsalame zivistan

Dikir sêlek pir zirtan.

Digo “Ez im mir û Jir

Bankin babé miné pîr”

Hat ber derî cerdewan

Rext û fişek ser milan

Go”Emé herin nik paşe

Tu qe neki gengaşe”

Kalo derpî û kiras

Nért kû nîne qe xelas

Kaléme é pir bégav

Hate dij é kûr tolaz!

Kuréme é zirt nasîn

Nérin é vî wek hesin

Herdu nigê li ser hev

Devê gemar qir mesin.

Dest xistime paşetî

Bi xebat û xîretî

Têwan ê te şev û roj

Tu nizanî mirovtî.

Gotina min mirovtî

Nebun qe ser paşetî.

Tu bibana baş mirov

Ne dihatim peyatî.